Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termên Siwarên Balefira Windayî ya AirAsia Hatin Dîtin


Karbidestên Îndonesyayê bi kêmî 40 term ji nav deryayê derxistin, nêzîk cihê ku balefireke kompanyaya AirAsia Yekşemê lê hatibû xwarê.

Televizyoneke xwecihî îro Sêşemê helîkopterên rizgarîkirinê nîşan da, dema ku ew term ji nav Deryaya Java derdixistin. Operasyon dora 160 kîlometran dûrî beravên Girava Borneo dikeve.

Piştî ku wêneyên kesên mirî derketin, malbatên wan dest bi girî kirin.

Dema ku şev kete erdê, rizgarîkaran dora çariyekê ji kesên nav balefirê derxistin. Ti kes ji siwar û tîma balefirê sax nehate dîtin.

Di daxuyaniyekê de derengî Sêşemê, AirAsia roxandina balefira windayî piştrast kir.

Xwedî û dameznêrê AirAsia, Tony Fernandes got ku dilê wî tijî êş û xemgînî bûye jiber vê bûyerê û ew sersaxiya malbatên qurbaniyan dike.

Balefir ji bajarê Îndonesya yê Surabaya ber bi welatê Singaporayê difiriya, dema ku ji nişkave peywendî pê re hate birîn.

XS
SM
MD
LG