Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan: Firokeya Bêmirov ya Amerîkî 7 Mîlîtanan Dikuje


Karbidestên Pakistanê dibêjin, êrîşeke berguman ya firokeyeke bêmirov ya Amerîkî bi kêmî heft mîlîtan li herêma Bakurê Wezîristanê kuştiye.

Karbidestên zanyariya xwecihî dibêjin, firokeya bêmirov du mûşek avêt nav bingeheke mîlîtanan li herêma Datta Xeyl ya çiyayî li nêzîkî sînorê Afganistanê.

Ew didin zanîn ku veşartgeha berguman ji aliyê mîlîtanên Uzbek ve dihate bikaranîn, ew mîlîtanên girêdayî Hafiz Gul Bahadar, Komandarê Pakistanê yê ser bi el Qayîde ve.

Êrîşa îro Yekşemê ya yekemîn bû di sala nû de.

Pakistanê operasyonên xwe yên leşkerî li dijî mîlîtanan li herêmên êlî yên ser sînorê Afganistanê zêde kiriye, bi taybet ji dema ku mîlîtan êrîş birine ser dibistanekê li bajarê Peşawer û tê de 150 kes kuştin, piraniya wan zarok bûn.

XS
SM
MD
LG