Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûhanî: Gotûbêjên Navokî Prensîpên Me Naguherin


Rûhanî li dema konferansa abûrî.
Rûhanî li dema konferansa abûrî.

Di konferanseke abûrî de li Tehranê, Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro Yekşemê got ku danûstandinên navokî ligel welatên Rojava nayê wê wateyê ku Îranê dest ji prensîp û baweriyên xwe berdide.

Di bersivdana rexnegirên xwe yên tundrê de, birêz Rûhanî got ku Îran her dimîne amade jibo gotûbêjên navokî ligel grûpa şeş hêzên sereke yên cîhanê.

Rexnegirên birêz Rûhanî yên parêzkar xemê dixwin ku Îran bi van gotûbêjan gelek desthilatan ji dest xwe dide.

Danûstandkarên Îranê 15ê vê mehê ligel karbidestên Amerîka, Rûsya, Çîn, Brîtanya, Fransa û Almanya li bajarê Jinêvayê kom dibin, bi hêviya gihiştina peymaneke dûmahîkê derbarê programa Îranê ya navokî.

Li meha Novembera sala 2013, Îran gihişte rêkeftineke demkî ligel hêzên cîhanî ku programa xwe ya navokî rawstîne hember hilanîna hinek sizayên abûrî. Danûstandkar paşê lihev kirin ku gotûbêj heta 30 Hezîrana were dirêj kirin, bi hêviya ku rêkeftinek li Adarê were amade kirin.

XS
SM
MD
LG