Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Fransî 2 Bergumanên Êrîşa Charlie Hebdo Kuştin


Her du Cherif û Said Kouachi ji alîyê polîsan ve hatin kuştin
Her du Cherif û Said Kouachi ji alîyê polîsan ve hatin kuştin

Karbidestên Fransî dibêjin, 2 bergumanên êrîşa Charlie Hebdo hatin kuştin û ew kesên ku di destê wan de dîl bûn, hatin rizgar kirin.

Karbidest herwiha radigihînin ku êrîşvanekî din jî li payaxt Parîsl hatin kuştin ku wî jî jimareke kesan li supermarketekê rehîne girtibû.

Hat ragihandin ku dengê peqînan û guleyan hatin bihîstin, piştî ku polîsan avêtin ser ambarekê li bajarokê Dammartin-en-Goele ku 2 birayên êrîşvan Cherif û Said Kouachi xwe vedişartin.

Raport dibêjin her 2 kes hatin derve û teqe kirin, berî ku ji alîyê polîsan ve bêne kuştin.

Li Parîsê jî polîsan êrîş birin ser supermarketeke nêzîkî taxa Porte de Vincennes û êrîşvan kuştin ku herî kêm 5 kes rehîne girtibû.

Raportên cuda tên ku kesên dîlgirtî hatin kuştin yan ne, lê heta niha dauyanîyeke fermî nehatiye dayîn.

XS
SM
MD
LG