Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guman Heye Bok Haram Keçek 10 Salî Kiribe Êrîşbira Xwekuj


Maiduguri li ser nexşeya Nejîryayê.
Maiduguri li ser nexşeya Nejîryayê.

Karbidestên Nejîryayê dibêjin, bombeyeke xwekuj li bazareke qerebalex li bakurê Nejîryayê teqiya û di encamê de bi kêmî 16 kes hatin kuştin. Tê bawer kirin ku êrîşbira vê êrîşê keçeke 10 salî be.

Efserekî polîs ji ajansa Reuters ya nûçeyan re got ku alavên teqînok li dor newqa keçê hatibûn danîn.

Dîdevanekî teqîna roja Şemiyê li bajarê Maiduguri ji ajansa Fransî ya nûçeyan (AFP) re got ku teqîn pêk hat li dema ku ew keç li ba dergehê bazarê dihate pişkinîn kirin. Wî got, guman li cem wî hebû ku wê keçê zanîbû ku tiştek bi laşê wê ve hatibû danîn. Wî herwiha got ku ew piştrast e bombe ji dûr ve dihate kontrol kirin.

Di encama êrîşê de dora 20 kesan jî birîndar ketin.

Ti alî demûdest berpirsiya êrîşê nexistiye stûyê xwe, lê Maiduguri, paytexta wîlayeta Borno li navenda herêma li jêr êrîşên hergav yên rêxistina Boko Haram dikeve.

XS
SM
MD
LG