Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandina Milyonî ya Parîsê Destpê Dike


Dîmenek ji xwepêşandina Parîsê.
Dîmenek ji xwepêşandina Parîsê.

Serokê Fransayê Francois Hollande serkêşiya bi sed hezaran kes li kolanên Parîsê kir, di xwepêşandineke mezin de jibo nîşandana hevsozî û piştgiriyê jibo qurbaniyên êrîşa terorîstî ku tê de 17 kes hatin kuştin.

Rêberên cîhanê jî tevlî serokê Fransî di meşa "Yekîtî" de li kolanên Parîsê bûn. Ji wan rêberan, Serokwezîrê Brîtanî David Cameron, Şîretvana Alman Angela Merkel, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Desthilata Filestînî Mehmûd Ebas, ligel qiral û qirala Urdunê.

Di êrîşên 7 mehê de, 12 rojnamevanên kovara heftane ya Charlie Hebdo ji aliyê du êrîşbirên Îslamî ve hatin kuştin û paşê 5 kesên din ji aliyê çekdarekî din ve li çayxaneyeke Cihûyan hatin kuştin.

Herdu êrîşbirên komkujiya Charlie Hebdo ji aliyê polîs ve hatin kuştin, û çekdarê din yê bi navê Amedy Coulibaly jî paşê hate kuştin. Hevkara wî ya jin Heyat Bûmidyen reviya ye û tê bawer kirin ew bi riya Tirkiye derbasî Sûriyê bûbe.

XS
SM
MD
LG