Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Can Kurd: Hişta Tirkiyê Dewleteke Sufîtiyê Ye


Tirkiyê endama NATO û hevlbenda welatên Rojava, pişkdarî di xwenîşandana piştevanîya govara Charlie Hebdo dijî terorîzmê kir, lê li aliyê dî Tirkiyê tête gunehbar kirin bi sanahîkirina derbasbûna çekdarên DAÎŞê bo nav Sûriyê.

Sîyseta Tirkiyê li ser pirsa terorê û alîgirîya azadîyê şaşî peyda kiriye, lê nivîskar û rewşenbîr Can Kurd di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka dibêje, Tirkiyê her ji demê dewleta Osmanî û heta piştî duristbûna dewleta nû rêbazeke Sufiyetiyê birêve dibe bitenê qalikê xwe guhartîye da weku dewleteke serdem xuya bike.

Herwesa birêz Kurd da zanîn, eger aliyên siyasî yên sereke li Kurdistanê yekbûna xwe çê nekin û ji bin bandora Tirkiye û Îranê dernekevin paşerojeke baş bo Kurdan xuya nabe, jiber ku AK Partî û komela Xizmet ya Fethulla Gulen li ser şêwaza desthilatdariya Tirkiyê rêknakevin, lê li ser pirsa Kurdan yek in.

hevpeyvin digel Can Kurd
please wait

No media source currently available

0:00 0:11:50 0:00

XS
SM
MD
LG