Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Piştî Êrîşên Terorîstî Hebûna Xwe di Koalîsyona Navnetewî de Xurtir Dike


Gemîya firokhilgir ya Charles de Gaulle
Gemîya firokhilgir ya Charles de Gaulle

Fransa piştî êrîşên terorîstî yên hefteya borî, beşdarbûna xwe di êrîşên esmanî yên dijî Dewleta Îslamî de pirtir dike û keştîya xwe ya firokhilgir dişîne Rojhilata Navîn.

Serokê Fransa Francois Hollande di nav gemîya firokhilgir ya Charles de Gaulle de, bêdengî û hêdîbûna civata navnetewî ya hember firehbûna gefa Dewleta Îslamî li Sûrîye û Îraqê rexne kir.

Hollande got, rewşa li erdê şandina wan ya vê keştîya şer ji herêmê re rêwa dike .

Wek tê zanîn, yek ji êrîşvanên hefteya borî, di vîdyoyeke tomarkirî de dilsozîya xwe ji Dewleta Îslamî re eşkere kiribû.

Parlemana Fransî do Sêşemê biryar dabû ku cîhgirtina Fransa di koalîsyona dijî Dewleta Îslamî de, li kelêka Amerîka û dewletên din xurtir bike.

XS
SM
MD
LG