Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Gor Hin Raportan 2 Kes li Belçîka Hatine Kuştin


Polîsên Belçîkî hazirîya operasyonekê dikin
Polîsên Belçîkî hazirîya operasyonekê dikin

Ajansa AP radigihîne ku dozgerên federalî yên Belçîkî behneke din wê civîna çapemenîyê pêk bînin, piştî ku hîn nûçe belav dibin ku 2 kes di êrîşeke ser weşartgeheke terorîstî de hatin kuştin.

Dozger û polîsan nekarîbûn demûdest piştrast bikin ku nûçeyên kuştina ew 2 kes rast in yan ne.

Lê, malpera dengûbasan ya bi navê RTBF dibêje, 2 kes dema operasyoneke polîsan de li bajarokê Verviers hatin kuştin.

RTBF ji zarê dîdevanekî radigihîne ku jimareke peqîn li nêzîkî îstasyoneke trenê hatin bihîstin.

Televîzyona Hollandîziman VRT jî ragihand ku di êrîşê de 2 kes hatin kuştin, 1 kes hate birîndar kirin û 1 kes jî hate girtin.

XS
SM
MD
LG