Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bişar Tuysuz: Zemîna Berhemên Yaşar Kemal Kurd û Kurdayetî ye


Nivîskarê navdar Yaşar Kemal ku romanên wî li bêhtirî 40 zimanan hatine wergerandin, bi giranbûna rewşa saxlemiya wî re, roja 14’ê meha 1’ê rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Stenbolê.

Yaşar Kemal 92 salî ye û ji roja ew rakirine nexweşxanê ve, ji karbidestên hikûmetê bigire heta rêvebir û serokên partiyên siyasî gelek kesayetî û hezkarên wî li nexweşxanê serdana wî dikin.

Roja Îniyê jî şandeya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi beşdarîya Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demirtaş û Hevşaredara Amedê Gulten Kişanak serdana nexweşxanê kirin.

Hevserokê HDP’ê Demirtaş, piştî hevdîtina bi pizîşkan û hejîna Yaşar Kemal Ayşe Semîha Baban re axaftinek kir.

“Birêz Yaşar Kemal bi huner û edebiyata xwe bûye dengê wijdanê hemû gelên Tirkîyê. Hebûna wî jibo me xwedî nirxeke giranbiha ye. Em dia dikin ku siheta wî baş bibe û ji nexweşxanê derkeve.”

Nivîskar Yaşar Kemal, herku berhemên xwe bi Tirkî nivîsandine jî Kurdbûna xwe gelek caran dianî ziman û girîngiya nivîskariya Kurdî bi bîr dixist.

Yaşar Kemal, herwiha dostekî nêzîk yê nivîskarê Kurd Mehmet Uzun bû ku li sala 2007’an li Amedê çû ser dilovaniyê.

Ji roja ku ew rakirine nexweşxaneyê ve ji bilî Tirkîyê ji gelek welatên cîhanê jî dost û hezkarên Yaşar Kemal têne serdanê.

Bişar Tuysuz ku ji sala 1968’an ve hevnasiya wî bi Yaşar Kemal re heye û xalê nivîskarê Kurd Mehmet Uzun e, ji Swêd hatibû Stenbolê bo serdana nexweşxanê.

Bişar Tuysuz ji Dengê Amerîka re got, “Yaşar Kemal mezinekî me yê ebedî ye. Jiber ku wî tevahiya jiyana xwe jibo gelê bindest daye, ew ê bi hezaran salan bijî.”

Birêz Tuysuz, herwiha bal kişand ser jiyana Kurdan ya di berhemên Yaşar Kemal û wiha peyivî:

“Yaşar Kemal bi taybetî bi min re bi Kurdî dipeyivî. Lehengên romanên wî piranî Kurd in. Jibo Kurd û Kurdistanê jî dikarim bêjim ku zemîna pirtûkên wî Kurd û Kurdayetî ye.”

Raportek li ser Rewşa Nivîskar Kemal Yeşar
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:46 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG