Yek ji wan kesên ku wekî leheng ji nav êrîşên Parîsê derketine, Lassana Bathily ye ku bi xwe Misilmanekî ji welatê Malî ye.
Ji ber karê wî û alîkariya wî ji polîs re, ewê prosesa wergirtina welatîbûna Fransî jibo Lassana were zûrkirin.
Lassana yê 24 salî li dikana koşerê kar dikir, dema ku Amedy Coulibaly derbasî wir bû û hinek miştiriyên Cihû kuşt.
Lassana hinek miştiriyên din li nav dikanê veşart heta ku ew bi xwe çû agahî da polîs.
Serokê Fransayê Francois Hollande peywendî ligel kir û soz da wî ku mafê welatîbûnê zû bide wî.