Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Fransî 3 Jinên Berguman Azad Dike


Polîsê Fransayê sê jin azad kirin ku ligel neh yên roja Îniyê di operasyoneke dijî terorê de hatibûn girtin. Ev girtin girêdayî êrîşên Parîs bûn ku ji aliyê tundrêyên Îslamî ve pêk hatin û di encama wan de 17 kes hatin kuştin.

Berdevkê dozgirê Parîsê Denis Fauriat got, dê lêpirsîna neh bergumanên mayî jibo 48 demjimêrên din werin dirêj kirin. Ev yek li gorî qanûnên Fransî yên dijî terorê rewayî ye.

Polîs li Fransa, Almanya û Belcîkayê bi dehan berguman di van rojên dawî de girtine, wekî beşek ji operasyona dijî terorî piştî bûyerên li Parîsê ku tê de herdu bira Seîd û Şerîf Kouaçî û hevalê wan Amedy Coulibaly 17 kes di êrîşên li ser kovara Charlie Hebdo û dikaneke xwarinên koşer de kuştin.

Dengvedana êrîşan bandora xwe li seranserî cîhanê kirine û bûn encama xwepêşandinan li gelek welatên wekî Amerîka û Brazîl jibo piştgiriya Charlie Hebdo û rojnamevanên wê. Li aliyê din jî gelek xwepêşandin lidar ketin li dijî karîkatorên Pêxember Mihemed ku ji aliyê kovarê ve hatibûn belav kirin. Ev xwepêşandin li Nîger, Pakistan û Cezayîrê jî çê bûn.

XS
SM
MD
LG