Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hizbullah Kuştiyên Xwe yên Êrîşa Îsraîlî Vedişêre


Xwepêşandineke alîgirên Hizbullah li başûrê Beyrûtê. (arşîv)
Xwepêşandineke alîgirên Hizbullah li başûrê Beyrûtê. (arşîv)

Rêxistina Hizbullah ya mîlîtan îro Duşemê xwe amade dike jibo veşartina termên şeş şervanên wê yên sereke ku li Sûriyê hatin kuştin. Rêxistinê gotiye ku ew di êrîşeke asmanî ya Îsraîlî de hatine kuştin.

Yek ji wan şervanên Hizbullah yên kuştî, kurê rêberekî leşkerî ye ku ew jî berê hatibû kuşin.

Tevî ku heta nuha Îsraîlê ev nûçe ne piştrast kiriye ne jî red kiriye, ev derbe ziyaneke mezin digihîne Hizbullah, rêxistina Şîa ku bi hemû hêza xwe li rex hêzên Serokê Sûrî Beşar Esed şerê serhildêran dike.

Hizbullah got ku şervanên wê roja Yekşemê li xalekê nêzîk sînorê Devera Colanê hatin armanc kirin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf êrîşa Îsraîlê şermezar kir û got ku “Îsraîlê dewleta terorê ye”.

XS
SM
MD
LG