Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Rojbûna Martin Luther King Pîroz Dike


Amerîkayî li seranserî welêt îro Duşemê rojbûna rêberê mafên sivîl Martin Luther King pîroz dikin.

King navê û dengê xwe sala 1955 belav kir, piştî ku boykoteke serkeftî ya otubusên hikûmî li bajarê Montgomery yê wîlayeta Alabama, birêve bir. Di encama wê boykotê de, bajarê Montgomery neçar ma ku cudakirina siwarên reş li nav otubusan rawestîne.

Di sala 1963 de jî, King gotareke navdar bi navê “I have a Dream”, anku “Min Xewnek Heye”, li Washingtonê xwend.

King Xelata Nobel ya Aştiyê sala 1964 wergirt, heman sala ku Serok Lyndon Johnson qanûna mafên sivîl ya navdar îmze kir.

Martin Luther King li 4ê Nîsana sala 1968 li bajarê Memphis yê wîleyata Tennessee hate kuştin, dema ku çûbû wir da ku piştgiriyê bide çalakiyeke protestoyî ya karkerên reş li wî bajarî.

XS
SM
MD
LG