Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervanên Kurd Girê Meştenûrê li Kobaniyê Rizgar Dikin


Girê Meştenûrê.
Girê Meştenûrê.

Karbidestekî Kurd û rêxistineke Sûrî dibêjin ku şervanên Kurd girekî stratejîk li bajarê Kobaniyê kontrol kirine, piştî şerekî giran ligel çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî (Daîş).

Idrîs Nesan, ku bixwe karbidestekê li Kobaniyê dimîne, dibêje ku girê Meştenûrê Duşemê zû ji aliyê Kurdan ve hate kontrol kirin. Wî herwiha da zanîn ku kuştî li herdu aliyan peyda bûne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov jî got ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ala xwe li jora gir bilind kirine.

Ev bûye çend hefte ku şervanên YPG pêşketinan li bajarê Kobaniyê bidest dixînin, bi alîkariya êrîşên asmanî yên koalisyona navneteweyî û Pêşmergeyên Kurdistana Îraqê.

XS
SM
MD
LG