Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nasir Hec Mensûr: Pîlana Rejîmê Kûrkirina Nakokiyan di Nav Pêkhateyên Herêmê de Ye


Nasêr Hec Mensûr
Nasêr Hec Mensûr

Parêzgeha Heseke ku jimareke mezin ji xelkê Kurd lê dijî li dirêjiya du rojan bû armanca topên hêzên Rêjîma Sûriyê di encama pevçûnên giran di navbera wan û șervanên Kurd de li wir, ku gelek çavdêr dibêjin, ew pilaneke ji aliyê rejîmê ve bo derbas kirina çêkdarên Daiș bo wan navçeyan.

Berpirsê nivîsîngeha pêwendiyan a desteya berevaniya kantona Cizîrê Nasêr Hec Mensûr ji Dengê Amerîka re ragihand ku rêjîm bi van êrîșan hewil dide ku nakokiyan di nav pêkhateyên herêmê de kûrtir bike û wan bi dijberiya li dijî hev mijûl bike.

Hec Mensûr her wiha bal kișand ser kombûna pêșbîn a li Mosko di dawiya evê mehê de û got, çi girêdan di navbera evan êrîșan û wê kombûnê de nînin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Nasêr Hej Mensûr SW 1_19_2015
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:31 0:00

XS
SM
MD
LG