Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Houthî li Yemenê Koçka Serokatiyê Kontrol Dikin


Dîdevan radigihînin ku endamên mîlîşyaya Şîa girtine ser koçka serokatiya Yemenê li Senaya paytext.

Demeke zû îro Sêşemê, serhildêrên ku bi navê Houthî tên nasîn, ketibûn nav gotûbêjan jibo dawîkirina aloziyekê piştî şervanên rêxistinê mala serokwezîrê welêt bi şevê dorpêç kiribûn.

Roja Şemiya bûrî, çekdarên Houthî serokê dîwana Serok Ebid Rebo Mensûr revandin, li vê dema ku hikûmet hewil dide destûreke nû amade bike.

Hêzên Houthiyan Septembera bûrî girtibûn ser paytexta Yemenê û paşê peymanek îmze kirin jibo hikûmeteke nû. Lê tundûtûjî her berdewam e.

Houthî daxwaza bêtir maf jibo kêmaniya Şîa li Yemenê dikin.

XS
SM
MD
LG