Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Japonî Dibêje Hewlên Wan ya Azadkirina Dîlên Destê DAÎŞ Didomin


Serokwezîrê Japonî Shinzo Abe dibêje, welatê wî di hewleke xurt de ye ku di demeke kurt de, du hemwelatîyên Japonî yên dîl, bi berdela 200 mîlyon dolaran ji destê Dewleta Îsamî azad bike.

Rêzdar Abe îro Çarșemê li Tokyo gote peyamnêran,wî ji karbidestan xwestiye ku bo garantîkirina azadîya Kenji Goto û Haruna Yukawa her hewleke dîplomatîk bikar bînin.

Serokwezîr Abe dîyar kir ku Japonya wê ticarî serî ji terorê re danexe. Wî soza 200 mîlyon dolar alîkarîyên neleșkerî da wan welatan ku bandorên neyênî ji tundrêyên Sunnî dîtine.

Çekdarên Dewleta Îslamî roja Sêșemê di vîdyoyekê de gotibûn ku ewê wan rehîneyan bikujin, eger Japonya di nav 72 demjimêran de pereyan nede.

Dewleta Îslamî ew gef li Japonya dike, bi sedema ku Tokyo piștgirî dide hewlên şerê dijî wê komê.

XS
SM
MD
LG