Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Îsraîlî Dibêjin Fîlîstînîyek 9 Rêwî li Otobusekê Birîndar Kirin


Polîsên Îsraîl dibêjin, mêrekî Filîstînî di êrîșekê de li ser otobusekê li Tilebîb, herî kêm 9 kes bi kêr birîndar kirin, ku birînên hinekan rijdî ne.

Desthiladaran got, kesê êrîșker di sere de ajotvanê otobusê kêr kir, dû re êrîşî rêwîyan kir.

Lo gor daxuyanîya karbidestan, êrîşvan ji cîhê bûyerê revîye, lê ji alîyê çend efserên zîndanê ve hatiye girtin ku di wê demê de li nêzîkî wê derê bûne.

Karbidestan ragihand ku efseran gulle berdan nav lingên mêrê 23 salî û ew girtin.

Berdevkê polîsan êrîşvan wek terorîst nav kir û da zanîn ku ew jî Kenara Rojava ye.

Êrîș, dawîntirîn tundûtijî ye di nav zincîre êrîșên van mehê dawî de li Orşelîm û Tilebîb ji alîyê Filîstînîyan ve, di vê demê de ku nakokiyên Îsraîl û Filîstîn di asteke bilind de ye.

XS
SM
MD
LG