Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belçîka li Bergumanekî Êrîşa Muzeya Cîhûyan Digere


Leşkerekî Belçîkî li pêş muzeya Cîhûyan nobedarî dike
Leşkerekî Belçîkî li pêş muzeya Cîhûyan nobedarî dike

Polîsên Belçîkî dibêjin, ew li zilamekî digerin, ku îhtîmal e di êrîşa meha Gulanê ya dijî muzeyeke Cîhûyan de, rola wî hebe.

Berdevkekî serdozgerîya Belçîkî îro Înê piştrast kir ku karbidest li zilamekî digerin ku çar roj piştî êrîşa 24'ê Gulanê, li ba hemwelatîyê Fransî national Mehdi Nenmouche hate dîtin.

Nenmouche yek hefte piştî êrîşa ku 4 kes lê hatibûn kuştin, li bajarê Marsîlya ya Fransa hatibû desteser.

Dema girtina Nenmouche de Kalaşnîkofek û sîlaheke destan li ser wî hebû ku dişiba çekê ku di êrîşê de hatibû karanîn.

Karbidestên Belçîkî dibêjin, Nenmouche sala par li Sûrîyê bû û alîkarîya tundrêyên Îslamî dikir.

XS
SM
MD
LG