Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Prof. Aktar: HDP Benda Hilbijartinê Derbas Neke Wê Rewş Pir Xerab Bibe


Cengîz Aktar (çep) ligel Salih Turan (rast).
Cengîz Aktar (çep) ligel Salih Turan (rast).

Pisporê projeyên civakî û rêvebirîyên xwecihî ‘Ademîmerkezîbûn’ Prof. Dr. Cengiz Aktar ku bi salan di projeyên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropa (YE) de kar kiriye, rewşa Pêvajoya Aştî û Çareseriyê ya li Tirkîyê ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

Birêz Aktar ji Dengê Amerîka re got, “Bi awayekî zelal dîyare ku hikûmeta Partiya Dad û Pêşvebirinê (AKP) wê di pêvajoya çareseriyê de, heta hilbijartinan helwesta mijulkirinê bidomîne.”

Ew helwesta siyaseta Kurd jî wiha şîrove kir:

“Bizava siyasî ya Kurd jî hay ji vê mijulkirinê heye. Ew jî heta ji wan tê naxwazin pêvajo bixitime. Lewra sîyaseta Kurd jî dixwaze şernekirin berdewam be. Jiber ku êdî gel jî hînî aramiyê bûye. Ev jî tê fahmkirin û pir girîng e. Yanî civak zû hînî aştî û konforê dibe.”

Cengîz Aktar bi bîr xist, “Herdu alî jî rîska şer û pevçûnê nagirin ser xwe. Ne tenê li hin deveran li tevahiya Kurdistanê jî nikarin êdî wêkî rêbaz şer bidin ber xwe. Loma jî wê ev rewşa heyî heta hilbijartinan berdewam bike.”

Birêz Aktar bal kişand ser hilbijartinên giştî yên parlamena Tirkîyê û pirs kir, “Gelo piştî hilbijartinê wê çi bibe?”

“Niha HDP’ê biryar daye ku bi serê xwe bikeve hilbijartinê. Heger nekeve parlamanê wê çi bibe? Wê demê wê AKP karibe bi tena serê xwe makeqanûnê biguherîne. Armanca sereke jî jixwe ev e. Dema AKP bi 367 yan jî 330 parlamanteran sîstema seroktiyê bîne, di rewşeke wiha de, jî jiber ku bingeha parêzgehbûnê (eyalet) li Tirkîyê tune ye, çawa dikare daxwazên Kurdan yên Xweserîya Demokratîk bi cî bîne. Ev hemû pirsên cidî ne û li ber me ne.”

Prof. Aktar got, “Ger HDP benda hilbijartinê derbas neke, wê rewş pir xerab bibe. Lê dîsa jî wê rawestandina şer bidome û Kurd jî li çareya serê xwe binêrin. Yanî bi awayî xwecihî be jî wê sîstema xwe ya birêvebirinê bixwe ava bikin.”

Cengîz Aktar, bûyerên Cizîrê ku di nav çend hefteyên dawî de, bi kuştina 5 zarokan encam dane jî wekî rûdanên nezelal nirxand.

“Bûyerên Cizîrê ne zelal in. Mirov nikare li ser şîroveyeke tendurist bike. Ew meseleyeke pir aloz e. Li wir hin derdorên nediyar ku Cizîrê tevlîhev dikin hene. Li şûna ku em bêjin kîjan aliyê sîyasî çi hesaban dike li wir, pêşî dixwazim hestên xwe parve bikim. Li wir zarok dimirin. Ev me pir xemgîn dike û nayê qebûlkirin. Û bawer nakim berpirsên wan kuştinan jî derkevin holê.”

Cengîz Aktar
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:21 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG