Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Rizgarbûna Kobaniyê û Roja Damezrandina Kantona Kobaniyê.


Piștî çar meh û nîvan ji șerekî giran di navbera șervanên Kurd û çekdarên Daiș de, û piștî hilweșandin û wêranî û koçberbûna hemî xelkê sivîl ji bajêr û gundewarên Kobaniyê, îro Kobanî azade ji çekdarên Daiș, lê ne amedeye ku xelkê xwe himbêz bike.

Li alîkî din, îro 27 mehê roja damezrandina Kantona Kobaniyê ye ku partriya PYD û hevalbendên wê berî salekê ragihandin û hinek dibêjin ku yek ji sedemên êrîșkirina Kobaniyê ew bû ragihandina Kontona Kobaniyê û xweserweriya Demoqratîk ku dijmin ji kurdan re pirtir kirin.

Îro di roja rizgarbûna Kobaniyê de ku bi awakî fermî li Kobaniyê hate ragihandin û her wiha bi boneya derbasbûna salekê li ser damezrandina Kantona Kobaniyê gelo çi wane û sûde jê hatin wergirtin?.

Ev babet hate guftûgokirin li gel du mîvanan:

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistana Sûriyê PDK-S rêzdar Mistefa Cum'a ku li Nerwîc dimîne. Û serokê berê yê Partiya yekîtiya Demuqrat PYD û endamê niha yê Kongirê netewî yê Kurdistanî KNKê rêzdar Fuad Omer ku li Holenda dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameya Hest û Helwest, faylê Deng veke

Sense & Stance 1 1_27_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:30 0:00

XS
SM
MD
LG