Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîzbullah di Kiryareke Tolhildanî de Êrîşî Karwaneke Îsralî Dike


Çekdarên Hîzbullah ya Lubnanî, ragîhand ku ew ji êrîşa îro Çarşemê li ser karwaneke hêza Îsraîlê berpirs e û ew yek wek tolhildana kuştina 6 endamên wê û generalekî Îranî ji destê Îsraîlê ve.

Peyîvdarê artêşa Îsraîlî Peter Lerner got ku êrîşa îro bi mûşekên dijtankan ve li ser trombîleke li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê hate kirin.

Tê zanîn ku Hîzbullah piştgiriya Serokê Sûriyê Beşar El-Esad dike di şerê Sûrî yê navxweyî de û çekdarên xwe dişîne Sûriye bo alîkariyê.

Îsraîl herwisa jî îro sibêhê ragihand ku wan çend êrîşên esmanî li dijî artêşa Sûrî kirin, wek heyrakirina ser êrîşên Sûrî li ser Golanê ve di doh Sêşemê de.

XS
SM
MD
LG