Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Viyan Dexîl: Şervanên Êzdî Şengalê Ji DAIŞ Paqij Dikin, Sivîlan Nakujin


Viyan Dexîl: Êzdî yan qet bi mebest hêrîş nekirine ser Ereban, ew herêma xwe ji DAIŞ paqij dikin.

Endamê Erebên Sunî yên Perlemanê Îraqê û Encumenê parêzgeha Musilê dibêjin şervanên Êzdî li Şingalê jimareka hêrîşên tolestandinê kirine ser gundên Ereban li devera Şingalê û sivîl û medenî kûştine. Lê endama Êzdî ya Perlemanê Îraqê Viyan Dexîl dibêjit, şervanên Êzdî bi piştevaniya Pêşmergeyan, herêmên xwe ji milîtanên Dewleta Îslamî DAIŞ paqij dikin û renge sivîl bên kuştin. Ev babet bu egera dirûstbûna girjiyan di perlemanî de.

Xanim Viyan Dexîl gote Dengê Amerîka, Êzdî qet bi mebest hêrîş nekirine ser Ereban, belkû ew jin û zarokên Ereban diparêzin.

Ji bo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîlê Şemo di gel Viyan Dexîl, faylê deng veke;

Viyan Dexîl: Şervanên Êzdî Şengalê Ji DAIŞ Paqij Dikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:13 0:00

XS
SM
MD
LG