Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Kantona Cezîrê Serkeftina Kobanê Dinirxînin


Serokwezîrê Kantona Cezîrê Ekrem Hiso anî ziman ku serkeftina Kobanê ji encama hevkarîya gelê Kurd û civaka navnetewî pêk hat.

"Serkeftina Kobanê moralê hemî hêzên azadîxwaz yên dijî DAIŞ li cîhanê bilind kir.”

Wezîrê Derve yê Kantona Cezîrê Salih Gedo ji dîyar kir ku hevkarîya di nav gelê Kurd û koalîsyona navnetewî wê berdewam bike.

Birêz Gedo di rêya Dengê Amerîka re bang li civaka navnetewî kir ku asta pişgirîya xwe ji Kurdan re bilindtir bike.

Dr. Hisên Ezam, Cîgirê Serokwezîrê ku ji pêkhata Ereban e dibêje, serkeftina Kobanê derfeteke ku em banga xwe li opozisyona Sûrî bikin ku em hevkarîyeke jibo çareserkirina alozîya Sûrî pêk bînin.

“Bawerîya civaka navnetewî bi hêza Kurdî li Rojava piştî serkeftina li Kobanê xurtir dibe ku bikaribe li hember terorê raweste û bi ser keve."

ZO_1_28_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG