Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindabûna Firoka MH370 bi Fermî Wek Qeza Hate Ragihandin


Kompanya Malaysia Airlines bi fermî ragihand ku hindabûna firîna MH370 ya sala borî qeza ye û 239 rêwîyên nav firokê niha wek mirî tên hesibandin.

Biryar piştî salekê tê, piştî ku hemî hewlên lêgerînê bê encam bûn û perçeyên firokê nehatin dîtin.

Li gor qanûna Malezya malbatên qurbanîyên firokê niha dikarin serî jibo tazmînana diravî bidin.

Hevdem, berpirsê esmangerî yê Malezî Azharuddin Abdul Rahman di axaxftina xwe televîzyonî de got, wan bi xemgînî û xemsarî ew biryar dane.

Rahman herwiha da zanîn ku şîrketa Malaysia Airlines amade ye ku serîledanên merivên qurbanîyan bipejirîne.

XS
SM
MD
LG