Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daîş Pirtûkên Pirtûkxaneya Mûsilê Dişewitîne


Rûniştvanên bajarê Mûsilê yê bakurê Îraqê dibêjin, dema ku terorîstên Dewleta Îslamî (Daîş) derbasî bajarê wan bûn, armanceke wan hebû jibo wêrankirina pirtûkên Pirtûkxaneya Navendî ya Mûsilê.

Li gorî dîdevan radigihînin, tundrêyên Daîş dora du hezar pirtûk ji pirtûkxaneya Mûsilê derxistin û di kemyonan de bar kirin. Ew pirtûk li ser çîrokên zarokan, helbest, felsefe û babetên din bûn. Daîş tenê pirtûkên li ser Îslamê di nav pirtûkxaneyê de hiştin.

Rûniştvanên Mûsilê ji Ajansa Associated Press re dibêjin ku mîlîtanên Daîş ji wan re gotibû ku “ev pirtûk gawertiyê belav dikin. Lewra divê ew werin şewitandin.”

Hêjayî gotinê ye, ji dema ku Daîş beşekî mezin ji Îraq û Sûriyê kontrol kirine, ew hewil dide ku her tiştê ne li gor têgihiştina wan ya tundrê bo Îslamê ji nav civakê hilîne. Bi dehan pirtûkxane û şûnên arkyolojî li seranserê van herdu welatan ji aliyê Daîş ve hatine wêran kirin.

XS
SM
MD
LG