Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Daîş Stasyoneke Neftê li Nêzîk Kerkûkê Kontrol Dikin


Karbidestên ewlekarî û neftê li Îraqê îro Şemiyê gotin, çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş) stasyoneke nefta xav li nêzîk bajarê Kerkûkê kontrol kirine ku dora 15 karmendan tê de kar dikirin.

Karbidestên Kompanyaya Bakur ya Neftê ku ji aliyê hikûmetê ve tê birêve birin, piştrast kirin ku mîlîtanên Daîş destê xwe danîne ser stasyona Xebaz ya veqetandina nefta xav. Karbidestan herwiha got ku peywendiya wan bi her 15 karmendên li wir kar dikirin re nemaye.

Endazyarekî neftê ji Ajansa Reuters ya nûçeyan re got ku karmendekî li stasyoneke peywendî bi wan re kiribû û gotibû ku hinek çekdarên Daîş hatine wir û daxwaz ji wan kirine ku dev ji stasyonê berdin. Endazyarî got, peywendiya wan bi karmendan re qut bûye û dibe ku ew nuha ji aliyê Daîş ve hatibine dîlkirin.

Daîş do Îniyê êrîş birin ser Pêşmergeyên Kurd li Kerkûkê û hinek deverên bajêr kontrol kirin.

Dema ku Daîş havîna bûrî destê xwe danîne ser gelek deverên bakurê Îraqê, wê pê re bi kêmî çar stasyonên baqijkirina neftê jî kontrol kirin. Pişt re dest bi firotina neftê kir.

XS
SM
MD
LG