Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Bozan: Rizgarbûna Kobaniyê Diyar Kir Ku Kurdên Îroj Ne Kurdên Berê ne


Salih Bozan
Salih Bozan

Her wek ku penaberên Kobaniyê li welatên derdorê bi coș û kêfxweșî rizgarkirina Kobaniyê pêșwazî kirin, penaber û koçberên Kurd li seranserî welatên cîhanê ew wek gaveke pîroz û serkeftineke dîrokî ji bo hemî kurdan anîn ziman.

Nivîskarê Kurd Salih Bozan ku bi xwe ji xelkê Kobaniyê ye û niha li Almaniya dimîne, ji Dengê Amerîka re, ragihand ku rizgarkirina Kobaniyê wateyeke xwe ya mezin heye, ne tenê ji bo Kurdan belê ji bo hemî cîhanê dijî teror û hêzên tariyê.

Bozan her wiha bal kișand ser vegera xelkê Kobaniyê piștî avakirina bajêr û got, pêwîstiya welat bi vegera her kurdekî heye, bi taybetî bajarekî wek Kobaniyê ku xelkê wê tevde rastî koçberî û penaberiyê bû.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Salih Bozan SW 1_31_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:29 0:00

XS
SM
MD
LG