Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombûna Yekîtiya Afrîka bi Dawî bû


Karê Yekîtiya Afrîka bi pêş ve diçe, jibo daxwaziya alîkariya leşkerî ji bo bendkirina belavbûna tevgera Boko Haram ya Îslamî li Rojavayê Afrîka.

Nûnerên Yekîtiya Afrîka ji bo Aştî û Asayîşê Smail Chergui, îro Şemiyê got ku wê yekem civîna hêza leşkerî li dijî Boko Haram li Kamêron bê kirin di çend rojên pêşî de. Ev hêz ji 7500 leşkeran ve pêk tê, û wê li Neteweyên Yekbûyî danûstendin li ser bê kirin ji bo peydakirina destek û alîkariyê jê re.

Encûmena Aştî û Asayîşê ya Yekîtiya Afrîka daxwaz kiribû ji bo duristkirina hêzeke hevbeş ya pirnetew ji bo ku li dijî grûpa Islamî şer bike ku ew li Nejîryayê bicî dibe û gefê li welatên Kamêron û Chadê jî dike.

Di xebatên leşkerî yê herêmî de hinek pêşveçûn dibe û deverên li jêr kontrola Boko Haram tên rizgar kirin.

Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-moon dilxweşiya xwe diyar kir ji vê pêşniyaza duristkiirna hêzeke navnetewî re li dijî Boko Haram û got ku ew gefê li her

Ji aliyekî din ve, Encûmena Aştî û Asayîşa Yekîtiya Afrîka, biryar da ku rewşa Başûrê Sûdanê bide aliyekî di nav giftûgoyên vê civînê de.

Herwisa grûpên mafên mirov ji YA xwest ku raportekê ji raya giştî re belav bike di derbarî vê kombûnê de.

Grûpa Neteweyên Rojhilata Afrîka, xwe da ber vî karî û hemû aliyên kêşeya Sûdanê di hotêlekê de li Addis Ababa anîn ba hev.

AU SUMMIT CLOSING
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00

XS
SM
MD
LG