Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

‘Ebdella Îmam: Pilanên Çareseriyê Li Sûriyê Têne Pûçkirin Ji Aliyê Rêjîmê Ve


‘Ebdella Îmam
‘Ebdella Îmam

Piștî sarbûneke diblomasî ya dûr û dirêj ji aliyê civaka navnetewî di derbarê Sûriyê û șerê wê yî navxweyî de, kombûna Mosko ya berî çend rojan hat wekû bersiv ji evê sarbûna han re û her wiha berî wê jî kombûna Qahîra.

Parêzerê Kurdê Sûrî ‘Ebdella Îmam ku niha li Hewlêr dimîne ji Dengê Amerîka re ev babet ronî kir û got:

“Pir hewildan hatin kirin ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê, lê rêjîmê her û her bend li pêș wan hewildanan dadanîn. Loma civaka navnetwî nikaribû çi çareseriyên berbiçav ji rewșa Sûriyê re bibîne.”

Îmam her wiha bal kișand ser amadebûna Kurdan li kombûnên Qahîra û Mosko û diyar kir ku pirsgirêka Kurdî nehate guftûgo kirin li gel aliyên din.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

'Ebdella Îmam SW 1_31_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:38 0:00

XS
SM
MD
LG