Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Kamîran Berwarî: Projeya Jinavbirina Êzîdiyan li Cem Dagîrkeran Heye


Êrîşa çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş) li ser devera Şengalê xelkê deverê û bi taybet Êzîdî tûşî kareseteke mezin kiriye, li vê dema ku hejmareke kesayetî û şarezayên Êzîdiyan daxwaza pêkanîna devereke xewser yan jî rêvebiriyeke serbixwe dikin.

Sîyasetvan û mamosteyê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamîran Berwarî di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka dibêje, mafê xelkê Şengalê ye ku şêwaza birêvebirina xwe hilbijêrin û gerek e piştevanî ji hemû parçeyên Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Îraqî û civaka navnetewî lê bête kirin.

Dr. Berwarî herwiha got, divê pêdaçûnek li ser rewşa başûrê Kurdistanê bête kirin, ne tenha bo Şengalê, lê gerek e em bizanin karê me yê berê çawa bû û divê em çi bikin û çawa Daîşê em ji xeweke giran hişyar kirine.

hevpeyvin digel Dr.Kamîran Berwarî
please wait

No media source currently available

0:00 0:14:13 0:00

XS
SM
MD
LG