Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Patriots Qehremaniya Futbola Amerîkî bi Dest Dixîne


Tîma New England Patriots do Yekşemê tîma Seattle Seahawks bi 28 hember 24 puanan di yariya dawî ya Lîgaya Futbola Niştimanî (NFL) de ku bi navê Super Bowl tê nasîn têk bir.

Ev cara 14emîn ku Patriots qehremaniya NFL bidest dixîne.

Heta beşê çaremîn jî ji yariyê, Patriots li dû mabû, lê stêra tîmê Tom Brady û hevalên xwe karîbûn di deqeyên dawî de yariyê bixin jêr berjewendiya xwe.

Hêjayî gotinê ye, lîstika Super Bowl li wîlayeta Arizona pêk hat û bi milyonan Amerîkî li stadyumê û seranserê welêt lê temaşe kirin.

XS
SM
MD
LG