Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boko Haram Êrîşî Nav Axa Kamerun Dike


Leşkerên Nîjeryayî
Leşkerên Nîjeryayî

Bi sedan şervanên Boko Haram îro Çarşemê derbazî axa Kamerun bûn û bi leşkerên Çadî û Kamerun re ketin nav pevçûnan ku jibo şerê wê koma tundrê hatibûn şandin.

Dîdevan dibêjin, şervanên Boko Haram ketin nav bajarokê Fotocol ya ser tixubê Kamerun û Nîjerya û êrîş birin ser mewzîyên leşkerên Çadî.

Hevdem, hikûmeta Çadî dibêje, leşkerên wê do Sêşemê êrîşa Boko Haram ya li Fotocol şikand û heta bajarokê Gambaru ya Nîjerya ketin dû wan.

Çad îdîa kir ku hêzên wê di şer de 200 mîlîtanên Boko Haram kuştine û 9 leşkerên wî jî jîyana xwe hinda kirine.

XS
SM
MD
LG