Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporteke Taybet li Ser Pêşangeha Kurdistan li Amedê


Jibo hevdîtineke hunerî, 33 şêwekar û wênesaz hatin Amedê û di çarçoveya sempozyûmê berhemên nû çêkirin. Berhemên ku hatin çêkirin, di pêşangehê de cî girtin. Bi giştî wêne û peykerên 230 hunermendên Kurd û yên dostên Kurdan li sê holên cuda yên pêşangehê wê hefteyek were nişandan.

Pereyê ku ji firotina berheman werin bidestxistin jî wê jibo piştigiriyê bexşê Rojavayê Kurdistanê bikin.

Ji Amedê Hunermend Bariş Seyitvan , ji Amûdê Lukman Huseyin, ji Silêmaniyê Dr. Rêbaz Seîd, ji Stenbolê Henîf Hemo, ji Portugalê Carlos Farrînha ku di çarçoveya sempozyûmê de li Amedê wêneyek çêkirin, hizir û nêrînên xwe ji Dengê Amerîkayê re parvekirin.

Bernama Hevdîtina Hunerî bi piştgiriya bajarvaniyên Amedê hat lidraxistin. Pêşangeh heta 7ê Adarê wê vekirî be. Bernameyên hevdîtina hunerî bi seminer û panelan wê heta 10ê Sebatê dewam bike.

Pêşangeha Kurdistan
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:47 0:00

Jibo temaşekirina vîdyoyekê li ser vê pêşangehê, vê lînkê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG