Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîlîtanên El Şebab Endamekî Parlemana Somalê Dikujin


El Şabab wekî rêxistineke terorîstî ji aliyê Amerîka û welatên din ve tê dîtin.
El Şabab wekî rêxistineke terorîstî ji aliyê Amerîka û welatên din ve tê dîtin.

Çekdaran îro Duşemê endamekî parlemana Somalê li Magadîşoya patext kuşt.

Ebdulhadî Qayyad Barre li taxa Hamar Jajab ya Magadîşo hate kuştin.

Rêxistina El Şebab ya ser bi El Qayîde ve berpirsiya vê êrîşê xist stûyê xwe.

Barre qanûndanerê yekemîn e ku îsal li Somalê tê kuştin. Sala bûrî pênc qanûndaner hatibûn kuştin. Mîlîtanên El Şebab berpirsiya kuştina her pêncan xistibû stûyê xwe.

Kuştina îro Duşemê di demekê de tê ku qanûndaner li ber bûn deng li ser Kabîneya Serokwezîr Omer Ebdiraşid Alî Şarmakî bidin.

XS
SM
MD
LG