Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelatên Grammy Hatin Belavkirin


Stiranbêjê Brîtanî Sam Smith sê xelat di vê festîvalê de wergirt.
Stiranbêjê Brîtanî Sam Smith sê xelat di vê festîvalê de wergirt.

Stiranbêjê Brîtanî yê xort Sam Smith xelatên herî zêde yên Grammy roja Yekşemê li bajarê Los Angeles wergirt.

Smith yê 22 salî xelata salê li ser stirana xwe Stay With Me wergirt. Herwiha, wî xelata hunermendê nû yê herî baş wergirt û albuma wî In the Lonely Hour xelata albuma pop ya herî baş wergirt.

Wekî din, Pharrell Williams xelata solo pop li ser stirana xwe ya navdar Happy wergirt. Xelata R & B çû ji stirana Drunk in Love ya Beyonce û Jay Z re.

XS
SM
MD
LG