Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çad Dibêje Hêzên Wê Êrîşa Boko Haram Şikand


Artêşa Çadî dijî Boko Haram şer dike
Artêşa Çadî dijî Boko Haram şer dike

Artêşa Çadî dibêje, hêzên wê îro Çarşemê êrîşeke mîlîtanên Boko Haram li bajarokekî ser tixubê Nîjerya şikand.

Jêderên leşkerî dibêjin, Boko Haram li bajarokê Gambaru ya ser tixubê Kamerun êrîş bir ser mewzîyên artêşa Çadî.

Heman jêderan got ku leşkerên Çadî bi karîgerî bersîva êrîşan da, jiber ku wan ji berê de ji êrîşa Boko Haram agahdar bûn.

Ajansa Reuters ji zarê jêderên xwecîhî ragihand ku 8 leşkerên Çadî di êrîşê de birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye, Çad, Kamerun, Nîjer û Benîn soz dan ku heta 8,700 leşkerên şerker bişînin herêmê ku şerî Boko Haram bikin.

XS
SM
MD
LG