Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke de Gelek Kes li Nîjerya Hatin Kuştin


Li Nîjerya raport tên ku gelek kes di encama peqîneke de li bajarokê Biu ya li bakurê rojhilata wî welatî hatin kuştin.

Nûçegîhanê Dengê Amerîka Abdulkareen Haruna dibêje, peqîn li bazereke şenîbar, dora demjimêr 3:20 ya dema xwecihî qewimî.

Karmendên tîmên hawarçûnê ji Haruna te re got ku hewlên wan didomin ku kesên kuştî û birîndar ji cîhê peqînê derxînin.

Karbidest di nav tirsê de ne ku hejmara qurbanîyên peqînê gelek zêde bin.

Heta niha kes ew êrîş bi ser xwe ne negirtiye, lê Boko Haram li wê herêmê gelek karîger e.

XS
SM
MD
LG