Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Ser Mizgeftekê de Dehan Kuştî û Birîndar li Pakistanê Hene


Polîsên Pakistanî dibêjin, mîlîtanan li bakurê rojavayê wî welatî êrîşî mizgefteke Şîa kir û herî kêm 19 kes kuştin, 60 kesên din jî birîndar kirin.

Dîdevan dibêjin, wan di dema êrîşa ser mizgeftê de dengê peqînan û guleyan bihîstin.

Hate ragihandin ku peqîna li Peshawar di demeke de qewimî ku bawermend jibo nimêja êvarê lê civîyabûn.

Hîjayî gotunê ye, Pakistan ji mêjve rûbirûyê êrîşên vî rengî yên mezhebî dibe. Gruba tundrê ya Sunnî Talabana Pakistanî ragihand ku wê ew êrîş pêk anîye.

XS
SM
MD
LG