Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Agirbestê, Hikûmet û Serhildêrên Ukraynayê li ser Bajarekî Şer Dikin


Bajarê Debaltseve li ser nexşeyê.
Bajarê Debaltseve li ser nexşeyê.

Tevî agirbesta ku gelek welatan hewil da bi cih bînin, hêzên hikûmeta Ukraynayê û serhildêrên ser bi Rûsya ve qebûl nakin ku çekên xwe li bajarekî girîng li rojhilatê welêt deyînin.

Agirbesta ku Yekşemê karîger bû, asta tundûtûjiyê li hinek deveran kêm kiriye, lê şer li bajarê Debaltseve her berdewam e. Bajêr di destê hikûmeta Kiyêvê de ye, lê ji aliyê cudaxwazan ve hatiye dorpêçkirin.

Li gorî xalên agirbestê, biryar bû herdu aliyan çekên giran îro Sêşemê ji bajêr vekişandana. Lê ew dem bûrî bêyî ku ti liv di vê derbarê de were kirin.

Berdevkê artêşa Ukraynayê Anatoliy Stelmakh ji gotareke televizyonî de got, "çawa mîlîtan şer rawestînin, ewê yekser hêzên hikûmetê çekên xwe yên giran ji berên şer vekişîne."

Ji aliyê din ve, berdevkê cudaxwazan Denis Pushilin ji ajans Reuters ya nûçeyan re da zanîn ku cudaxwaz mafê moralî hene ku berevaniya bajêr bikin. Wî herwiha got, serhildêr amade bûn di heman demê de ligel hêzn hikûmetê vekêşin, lê ewê her bersiva şer bidin.

XS
SM
MD
LG