Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Misirê Daxwaza Fermaneke NY jibo Destêwerdana Lîbyayê Dike


Ebdulfetah el Sîsî.
Ebdulfetah el Sîsî.

Serokê Misirê Edbulfetah el Sîsî îro Sêşemê got, divê Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî bernivîsekê amade bike jibo destêwerdana leşkerî ya navneteweyî li Lîbyayê.

Ev gotinên birêz Sîsî bi riya hevpeyvînekê ligel radyoya Europe 1 ya Fransayê hatin belav kirin. Axaftinên serokê Misirî hatin, rojekê piştî ku firokên Misirî êrîşên asmanî li dijî armancên mîlîtanên Dewleta Îslamî (Daîş) li rojhilatê Lîbyayê pêk anîn. Ew êrîş wekî tolhildan bû li hember serjêkirina 21 Misiriyên Quptî li ser destê Daîşê.

Sîsî di hevpeyvînê de got, "ti bijareyeke din tune ye. Hikûmet û gelê Lîbyayê jî bang li me kirin ku ew tiştekî bikin."

XS
SM
MD
LG