Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cudaxwazên Alîgirên Rûsya Bajarê Debaltseve Dixin Bin Kontrola Xwe


Tankeke cudaxwazên ser bi Rûsya li nêzîkî Debaltseve Şubat 18, 2015.
Tankeke cudaxwazên ser bi Rûsya li nêzîkî Debaltseve Şubat 18, 2015.

Piştî şerên giran ku hefteyek ajot, cudaxwazên ser bi Rûsya bajarê Debaltseve ya rojhilat xistin bin kontrola xwe, di vê demê de ku hêzên Ukraynî jî paşve kişîyane.

Tê ragihandin ku serhildayan ala xwe îro Çarşemê li navendeke stratejîk ya rêya trenê bilind kirine ku Debaltseve ligel bajarên Luhansk û Donetsk girê dide ku di bin kontrola cuxwazan de ne.

Serokê Ukrayna Petro Poroshenko ferman da hêzên xwe ku bajarê Debaltseve biterkînin, piştî ku hate ragihandin bi sedan leşkerên Ukraynî ji alîyê serhildayan ve hatin girtin.

Poroshenko got ku 80 ji sedê hemî leşkerên Ukranî ji deverê derketine û yên mayîn jî wê ji bajêr derkevin.

Birêz Poroshenko herwiha got, vekêşana wan ji deverê şermê Rûsya ye ku piştgirî dide cudaxwazan.

XS
SM
MD
LG