Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Girtina Rêka Kersê DAIŞ Tengav Bûye


Komandarekê hêzên Pêşmergeyan li Kersê dibêje bi girtina wê rêkê DAIŞ tengav bûye û me destê xwe gihandiye gewriya wan

Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Îarqê bi piştevaniya êrîşên firokên hevpeymana, kontrola rêka Kersê ya navbera Musil û Şengalê de dikin.

Hêjayî gotinê ye ew rê digehe bajarên jêr destê DAÎŞ de li Sûriyê.

Qumandarê hêzên pêşmergeyan li Kersê Simê Mula Mihemed gote Dengê Amerîka, bi girtina wê rêkê DAIŞ tengav bûye û me destê xwe gihandiye gewriya wan.

Birêz Simê Mula Mihemed got jî, DAIŞ wek berê nemaye, lawaz bûye û xelk êdî piştevaniyê lê nake.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe fayla deng vekin;

Hepeyvîn digel Simê Mula Muhammad
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:31 0:00

XS
SM
MD
LG