Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mustefa Ismaîl: DAIŞ Welatên Rojavayî Kirye Nîşana û Armanca Êrîşên xwe


Di demên Dawî de welatên Ewropî bûne armancên gef û êrîşên çekdarên Dewleta Islamî û piştgiriyên wan di wan welatan de ku bi şêweyekî hovana êrîşan li dijî sazî û navendên sivîl dikin ku ya dawî li Kopinhagin bû paytexta Denîmarkê.

Gelo helwesta hikûmet û hemwelatiyên wan welatan di derbarî van êrîşan de çin e, û çawa dan û stendinê bi penaber û biyaniyên li wan welatan de dikin piştî van buyeran ? Di derabrî van pirsan de nivîskarê Kurd Mustefa Isamîl ji Denîmarkê di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amêrîka re nerîn û helwesta xwe diyarkir û erk û stubariya penaber di wan welatan de ronkir û got:

"Divê ku kesên penaber têkîliyan bi rûnştcihên wan welatan bikin û têkevin nav kar û barê civaka wan."

Herwisa jî birêz Ismaîl di derbarî hêrzbûna DAIŞ û girûpên Islama Radîkal di demên dawî de li dij welatên Rojavayî de dibêje, ew guhertinên girîng di tektîk û istiracîka xwe de dikin da ku şer û aloziyan têxin her derê li cîhanê.

Mustefa Ismail-02-19-15-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:30 0:00

XS
SM
MD
LG