Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Dereweke Gemar e ku Welatên Rojava Şerê Îslamê Dikin


Serokê Amerîka Barack Obama îro Pêncşemê ragihand ku hemî îdiayên komên terorîst ku dibêjin welatên Rojava şerê Îslamê dikin, “dereweke gemar” e.

Serok Obama di hilcivîna dijî terorê de, ku li Qesra Spî dihat kirin, axaftinek kir û soza şerekî dûr û dijwar li dijî Dewleta Îslamî û grubên din yên terorîst da.

Obama red kir ku bi piranî dewletên Krîstîyan û Cîhu dijî Misilmanan şer dikin.

“Divê hikûmetên cîhanê rêkên nû peyda bikin ku çawa dawî li şerên olî û mezhebî bînin, wekî kêşeyên navbera Sunnî û Şîayan di nav cîhana Misilman de.”

Obama got, dema mirov di bin zordarî de dimînin, mafên wan yên bingehîn têne şikandin û dengê wan tê birîn, wê gavê xwe dispêrin tund û tûjîyê.

XS
SM
MD
LG