Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Çend Peqînan de Dehan Kes li Lîbya Hatin Kuştin


Di vê fotoya arşîvê de piştevanên komên tundrê yên Îslamî xane dibin
Di vê fotoya arşîvê de piştevanên komên tundrê yên Îslamî xane dibin

Karbidestên Lîbyayî dibêjin, di encama sê peqînan de herî kêm 30 kes li bajarokê Qubba hatin kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Êrîş îro Înê li bajarokê Qubba ya rojhilata Lîbya qewimîn ku wek devereke piştevanê Îslamîyan tê zanîn, lê ji alîyê hikûmeta navendî ve tê rêvebirin.

Karbidestan got, bombeyên di otomobîlan de barkirî li benzînxaneyeke nêzîkî avahîya ewlehîyê peqîn.

Hin karbidestên din jî ragihand ku êrîşeke cuda li hember avahîya ewlehîyê û yeke din jî dijî serokê parlemana Lîbya hate kirin.

Heta niha ti kes berpirsîya êrîşê ser xwe ve negirt, lê di vê dawîyê de komên tundrê yên Îslamî êrîşên xwe xêde dikin ku pirtir herêm bixin bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG