Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karker û Karbidestên Bênderan li Amerîka Digihêjin Rêkeftineke Destpêkî


Karmend û karbidestên bênderên Amerîkî gihiştin rêkeftineke destpêkî jibo girêbesteke nû jibo kar.

Bi vê rêkeftinê, dawî li kêşebariyekê hat ku di encama wê de çûn û hatina keştiyên bazirganî li 29 bênderên Berava Rojavayê Amerîka hatibû rawestandin û bazirganî ligel Asyayê hatibû astengkirin.

Rêkeftin derengî roja Îniyê pêk hat. Ev rêkeftin banga vegerandina hemû operasyonên kar îro Şemiyê dike. Divê herdu alî hîn bigihêjin rêkeftineke dûmahîkê.

Di daxuyaniyeke hevbeş de, serokê Komela Deryayî ya Pasîfîk, James McKenna û serokê kompanyaya International Longshore û Yekîtiya Embaran, Bob McEllrath gotin ku ew kêfxweş in gihiştine vê rêkeftina demkî û tiştekî baş e jibo karmendên bênderan û kompanyanên bazirganî.

Wezîrê Kar yê Amerîka Thomas Perez çavdêriya çar rojên danûstandinan di navbera herdu aliyan de li bajarê San Francisco li wîlayeta California kir.

Koçka Spî jî li ser vê peymanê gotinek kir û got ku ew gaveke mezin bû jibo abûriya Amerîka û jibo wan karker û cotkarên Amerîkî ku ziyan ji wê kêşebariyê dîtin.

Berdevkekî Koçka Spî got, Serok Barack Obama bang li hemû aliyan dike ku rêkeftina xwe temam bikin.

XS
SM
MD
LG