Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Konferansa Partiya Çep a Ewropayê ‘Kantonên Rojava’ Hatin Gotûbêj Kirin


Konferansa Partiya Çep a Ewropayê ku 3 rojan dom dike, roja Şemiyê li Stenbolê destpê kir.

Di vekirina konferansê de, rûniştineke taybet li ser Kantonên Rojavayê Kurdistanê hate saz kirin.

Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş jî di vekirina konferansê de, axaftinek kir.

“Bi berxwedana Kobaniyê re, serkeftina SYRIZA li Yewnanîstanê û bihêzbûna partiya PODEMOS a li Spanyayê re hêvîyên me zêdetir bûne. Hilbijartinên 7’ê Hezîranê jibo paşvexistina AKP’ê derfeteke pir girîng dide me. Em ê serkeftina ku bi navê HDP’ê bi dest bixin, wek serkeftina çepan bihesibînin.”

Serokwezîra Kantona Efrînê Hêvî Mistefa û Cîgirê Serokwezîrê Kantona Kobaniyê Xalid Berkel jî li rûniştina yekemîn a konferansê agahî li ser rêvebiriya Rojavayê Kurdistanê, rewşa şer û pêwîstiyên jiyanê parve kirin.

Xanima Hêvî li ser awayê sîstema xweseriyê li Rojavayê Kurdistanê bi beşdarên ji gelek welatên cîhanê hatibûn re agahî parve kirin.

“Hin kes û derdor naxwazin ev sîstem belav bibe û bibe çareserî ji pirsgirêka Sûrîyê re. Loma jî jibo ev gava demokrasiyê bi ser nekeve êrîşan tînin ser herêmên me.”

Hêvî Mistefa banga alîkariyê jibo têkbirina DAIŞ’ê kir û daxwaz ji karbidestên Tirkiyê jî kir ku li ser bingeha cîrantiyeke baş Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk nas bikin.

Cîgirê Serokwezîrê Kantona Kobaniyê Xalid Berkel li konferansê spasî li hemû hêz û derdorên di rizgarkirina Kobaniyê de piştgirî dane wan kir û jibo jinûve avakirina bajêr banga alîkariyê ji sazî û dezgehên navntewî navnetewî kir.

Beşdarên vê konferansê piştî axaftinên nûnerên Rojavayê Kurdistanê, di nirxandin û şîroveyên xwe de, bexwedana şervanên Kurd ya li dijî DAIŞ’ê silav kirin û rizgarkirina bajarê Kobaniyê ji destê DAIŞ’ê pîroz kirin.

Konferansa Diduyan a Behra Spî ya Partiya Çep a Ewropayê ku 20’ê Sibatê destpê kir bi beşdariya gelek nûnerên partiyên çep yên cîhanê heta roja 22’yê meha 2’yan berdewam dike.

Konferansa Çep ya Ewropayê li Stenbolê
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:04 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG