Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Gefeyeke Terorîstî, Bazar li Amerîka û Kanada Pîvanên Ewlekariyê Bilind Dikin


Dîmenek ji bazara Mall of America.
Dîmenek ji bazara Mall of America.

Du bazarên sereke li Amerîka û Kanadayê li jêr pîvanên nû yên ewlekariyê kar dikin, piştî ku rêxistineke terorîstî ya Somalî gefeyeke terorê li wan kiribû.

Bazara bi navê the Mall of America li wîlayeta Minnesota li Amerîka û bazara bi navê Edmonton li Kanadayê du daxuyanî derxistin tê de pîvanên xwe yên ewlekariyê zêde dikin, piştî rêxistina el Şebab ya ser bi el Qayîde ve vîdyoyek roja Şemiya bûrî belav kir. Di vîdyoyê de mîlîtanên el Şebab banga êrîşkirina bazaran li welatên Rojava dikin.

Rêxistina terorîst bi taybet navên hinek bazaran li Amerîka, Kanada û Brîtanya kir, di nav de jî bazara the Mall of America.

Do Yekşemê, Wezîrê Ewlekariya Niştimanî ya Amerîka Jeh Johnson got, desthilatdar vê gefeya terorîstî bi awayekî cidî werdigrin.

El Şebab berpirsiya êrîşa Êlûna 2013ê ya terorîstî li ser bazara Westgate li Nairobi paytexta Kenya xistibû stûyê xwe. Di wê êrîşê de 67 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG